CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îsraîlê li Îranê xist: Serokê Fermandariya Giştî mir
Hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê de Serokê Fermandariya Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî û Fermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Huseyîn Selamî jî di nav de 5 kes mirin. -
Kesek ji balafira ku li Hindistanê ket xwarê rizgar nebû
Balafireke şîrketa Air India ji bo ku biçe Londonê bi hewa ket, lê di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku kesek jî ji qezaya balafirê bi saxî rizgar nebûye. -
DYE'yê bang li welatiyên xwe kir: Bi ti awayî neçin Iraqê
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ji bilî rewşa lezgîn a li mîsyona Iraqê ferman da ku hemû personelên hikumeta DYE'yê ji Iraqê biçin û bang li welatiyên xwe kir ku bi ti awayî neçe Iraqê. -
Li Hindistanê balafira ku 242 kes tê de bûn kete xwarê
Li bajarê Ahmedabad ê li rojavayê Hindistanê, balafireke rêwiyan di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku di balafirê de 242 kes hebûn. -
Welatekî 'dost' hişyarî da Îranê: Dibe ku Îsraîl êrîş bike
Li gorî Reutersê, rayedarekî payebilind ê Îranî diyar kiriye ku 'welatekî dost ê li herêmê' hişyarî daye wan ku Îsraîl dikare êrîş bike. -
Hejmara kesên bi zorê koçber bûne bû 122 milyon kesî
Li gorî rapora salane ya UNHCR’ê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, her çend kêmbe jî li cîhanê daketiye 122 mîlyon kesî. -
Medyaya dîjîtal derûniya zarokan dixe xetereyê
Li gorî rapora rêxistina mafên zarokan KidsRights û Zanîngeha Erasmus a Rotterdamê ya di 2025’an de hatî weşandin, medyaya dîjîtal hatiye asta ku derûniya zarokan dixe xetereyê. -
Li Nîjeryayê di 3 êrîşan de herî kêm 20 kes mirin
Hat ragihandin ku li Eyaleta Plateau ya li navenda Nîjeryayê di destpêka vê hefteyê de di 3 êrîşên cuda de herî kêm 20 kes mirin. -
Ji sala 1946'an û vir ve ti carî ewqasî şer neqewimî bû
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Norwêcê (PRIO) raporeke nû weşand û diyar kir ku sala 2024'an li cîhanê 61 caran şer qewimî, ku ev hejmar ji sala 1946'an û vir ve hejmara herî zêde ye. -
Li Xezeyê komkujiya di rêzê de: 31 mirî, 200 birîndar
Rayedarên Parastina Sivîl a Xezeyê ragihandin ku roja Çarşemê artêşa Îsraîlê gule berda ser sivîlan ku ji bo wergirtina alîkariyê di rêzê de bûn û herî kêm 31 kes qetil kirin, 200 kes jî birîndar kirin. -
Li Efrîqaya Başûr bahoza berfê: Herî kêm 7 kes mirin, rê hatin girtin
Li rojhilatê Efrîqaya Başûr ji ber bahoza berfê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û rêyên hatin û çûyînê jî hatin girtin. -
Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Li bajarê Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê DYE'yê ye, Şaredar Karen Bass ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên zêde bûne û bûyerên vandalîzmê, li navenda bajêr bi şev derketina derve qedexe kir. -
Li Îranê di nava mehekî de herî kêm 95 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Rojên Sêşemê ji Darvekirinê re Na’ ku li dijî cezayên darvekirinê yên Îranê dewam dike, ragihand ku ji destpêka meha Hezîranê ve 95 kes hatine qetilkirin. -
Hikûmeta Elmanyayê li dijî qedexekirina AfD’ê derket
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê li dijî qedexekirina AfD’ê ku di demeke kûrt de ji aliyê îstîxbarata navxweyî ve weke ‘rastgirên tund’ hate pênasekirin derket û diyar kir ku ew ê tevî vê saziyê têkoşîna siyasî bimeşînin. -
Abbas hin soz da: Bila Hamas dest ji çekê berde, Xezeyê bi rê ve nebe
Serokê Rêveberiya Fîlîstînê diyar kir ku di pêşnûmeya destûra bingehîn a dewleta Fîlîstînê ya paşerojê de ew piştgiriyê dide 'çekdanîn' a Hamasê û dûrxistina ji rêveberiya Xezeyê. -
Di navbera DYE û Îranê de vê hefteyê hevdîtinên nû tên kirin
Îran û DYE’yê ragihandin ku ew ê têkildarî bernameya nukleer a Tehranê vê hefteyê li paytexta Umman Maskatê tûreke nû ya hevdîtinên ne rasterast pêk bînin. -
Îsraîlê piştî hişyarkirinê careke din li Yemenê xist
Artêşa Îsraîlê piştî ku ji bo veguhestina sê bendergehên li Yemenê hişyarî da, êrîşeke hewayî pêk anî. -
Îsraîl rêwiyên keştiya Madleenê dersînor dike
Îsraîl aktîvîstên di keştiya Madleenê de dersînor dike ku dixwestin alîkariyê bigihînin Xezeyê. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiya Madleenê da
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku rawestandina keştiya Madleenê ya ku alîkarî dibir Xezeyê û girtina çalakvanan ji aliyê Îsraîlê ve li dijî qanûna navneteweyî ye û daxwaza serbestberdana çalakvanan kir. -
Rûsyayê Wagner ji Malî vekişand, dixwaze bi Efrîqa re hevkariya leşkerî zêde bike
Rûsya çend roj piştî ku koma Wagner a paramilîter ji Maliyê vekişand, ragihand ku dixwaze bi welatên Efrîqa re hevkariya leşkerî xurt bike. -
Li Îsraîlê, partiya ûltra Ortodoks gefa hilweşîna hikûmetê xwar
Partiya Şas ku hevparê koalîsyona Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye gef xwar ku eger krîza li ser mûafbûna Cuhiyên ûltra Ortodoks ji xizmeta leşkerî ya mecbûrî neyê çareserkirin, wê hikûmetê hilweşîne. Partiyê du roj muhlet da Netanyahu. -
Îran wê pêşniyara xwe pêşkêşî DYE'yê bike
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku welatê wan, wê di demeke kurt de pêşniyara xwe ya têkildarî peymana nukleerî pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bike. -
Li Los Angelesê protesto dewam dikin
Li gel yekîneya Muxafizên Neteweyî ya ji 2000 kesî ku bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump hate şandin, li Los Angelesê çalakiyên şermezarkirinê roja Yekşemê jî dewam kirin. -
Aktîvîstên keştiya alîkariya mirovî ya diçû Fîlîstînê hatin binçavkirin
Koalîsyona Fîloya Azadiyê ji aliyê Îsraîlê ve hate rawestandin û rêwiyên di keştiyê de jî hatin binçavkirin. Ji partiya Fransî LFI parlamenter Rima Hassan û ji Swêdê aktîvîst Greta Thunberg jî di keştiyê de bûn. -
Li Îranê qedexeya gerandina kûçikan li derve tê berfirehkirin
Li Îranê bi hinceta hîjyen, ewlekarî û pergala cemaweriyê herî kêm li 17 bajaran gerandina kûçikan a li derve hate qedexekirin.