CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li gorî Tehranê wê komên alîgirên Îranê bêdeng namînin
Di 25’emîn roja şerê Îsraîl û Hamasê de Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi eşkere ragihand ku komên alîgirên Îranê li hember Îsraîlê “bêdeng” namînin. -
CPJ: Di şerê Îsraîl-Hamasê de herî kêm 31 rojnamevan hatin kuştin
Komîteya Parastina Rojnamevanan a navendî ya DYE’yê (CPJ) ragihand ku di şerê Îsraîl û Hamasê de herî kêm 31 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. -
Hûsiyên Yemenî li dijî Îsraîlê drone şand
Hûsiyên Yemenî yên serhildêr, da zanîn ku li dijî Îsraîlê wan wesayîtên hewayî yên bêmirov şandine. -
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: Heta niha 8 hezar û 525 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 8 hezar û 525 kes hatine kuştin ku nîvê wan zarok in. -
Şerê Îsraîl-Hamasê: Agirbest hate redkirin, qonaxa sêyemîn destpê kir
Di roja 25'an a şerê Îsraîl-Hamasê de bîlanço giran dibe. Îsraîlê bi şev jî bombe li gelek nuqteyan barand. Li bejahiyê jî şer qewimî. Krîza mirovî her giran dibe. -
Zêdeyî 100 hezar Efgan Pakistan terikandin, vegera ji neçarî dewam dike
Bi hezaran koçberên Efgan ên li Pakistanê, ji ber gefa dersînorkirinê ya hikumeta Pakistanê dest bi terikandina vî welatî kirin. -
IOM: Li Kongoyê 7 milyon kes ji ber tundiyê koçber bûn
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê nêzî 7 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û destnîşan kir ku piraniya vê hejmara mezin hewcedarê alîkariyên mirovî yên lezgîn in. -
Bager li Meksîkayê rabû, 48 kesan jiyana xwe ji dest da
Hefteya çûyî, Bagera Otîsê li peravên Pasîfîkê yên Meksîkayê, bi taybetî li bajarokê Acapûlco xist, li gor bîlançoya nû herî kêm 48 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Îsraîl û Fîlîstînê sê hefteyan herî kêm 3 hezar û 257 zarok hatin qetilkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di bombardûmana Îsraîlê de ya li ser Şerîda Xezeyê zêdeyî 8 hezar kes hatin kuştin. Save the Children ragihand ku li Fîlîstîn û Îsraîlê 3 hezar û 257 zarok hatine kuştin. -
Şevekê bombe li zêdeyî 600 nuqteyan hatin barandin
Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 24'an de ye. Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetan de bombe li zêdeyî 600 'hedef'ên li Xezeyê barandiye. -
Li Qazaxistanê di teqîna kana madenê de 42 kes mirin
Li Qazaxistanê roja Şemiyê di encama teqîna kana madenê de ya şîrketa ArcelorMîttal, hejmara miriyan bû 42 û lêgerîna li 4 kesan jî hîn dewam dike. -
Li Hindistanê di dema kongreya koma Xiristiyan de teqînek çêbû
Li herêma Kerala ya Hindistanê, di dema kongreya koma olî ya Xiristiyan 'Şahidên Yehova' de teqînek çêbû. -
Bîlançoya şerê Îsraîl-Xezeyê giran dibe
Di roja 23’an a şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de, artêşa Îsraîlê bombebarana li ser Xezeyê didomîne. Nêzî 8 hezar kes mirin û zêdeyî 450 cihên din hatin bombebarankirin. -
Hollandayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku terka Iraqê bikin
Hollandayê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Iraqê kir ku terka Iraqê bikin. -
Şerê Îsraîl û Filistînê: Xeze di bin bomberdûmanê de ye
Îsraîl bi dijwarî Xezeyê bombebaran kir û banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî red kir. -
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: 7 hezar û 326 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasa ku Şerîda Xezeyê kontrol dike ragihand ku hejmara kesên di bombebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derket 7 hezar û 326’an. -
Li gor dozgerê federal ê Belçîkayê dibe ku cardin êrîş bên kirin
Dozgerê federal ê Belçîkayê Frédéric Van Leeuw, hişyarî kir ku dibe cardin êrîş bên kirin û got: ‘’Em ketine merheleyeke din.’’ -
NY: Cezakirina komî, dîlgirtin, tahliyeyên bi zorê sûcên şer in
Neteweyên Yekbûyî fikarên xwe yên sûcên şer ên di şerê Îsraîl û Hamasê de anîn ziman. -
Drone li bajarekê li ser sînor ê Misirê ket, 6 kes birîndar bûn
Hat ragihandin ku li Tebayê ku bajarekê Misirê yê sînorê xwe bi Îsraîlê re heye, dronek ket ketiye û 6 kes birîndar bûne. -
NY: Ji ber dorpêçiya Îsraîlê gelek mirov wê demeke nêz bimirin
Serokê Saziya Penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini hişyarî da ku ji ber dorpêçiya Îsraîlê li Şerîda Xezeyê wê gelek mirov demeke nêz bimirin. -
Nîvê malên li Xezeyê hilweşiyan an jî xisar lê bû
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê 21 roj in dwam dike. Hêzên Îsraîlê careke din operasyoneke 'li ser armanceke diyarkirî' pêk anî. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber bombardûmana Îsraîlê ji sedî 45 xaniyên li Xezeyê xera bûne yan jî xisar li wan bûye. -
DYE'yê li Sûriyeyê li hedefên hêzên Îranê xist
Artêşa Emerîkayê bi şev bombe li nuqteyên hêzên Îranê yên li rojhilatê Sûriyeyê barand. Ji destpêka mehê ve li Iraq û Sûriyeyê li hemberî hêzên Emerîkayê 16 êrîş hatin kirin. -
Li 5 balafirgehên Fransayê îxbara bombeyê hat kirin
Li 5 balafirgehên Fransayê îxbara bombeyê hat kirin, 4 balafirgeh hatin valakirin. -
Hamas: Di bombardûmanê de 7 hezar û 28 kes mirin
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve hejmara kesên ji ber bombardûmana Îsraîlê li Şerîda Xezeyê hatin kuştin gihîştiye 7 hezar û 28 mirovî ku 2 hezar û 913 ji wan zarok bûn. -
Rêxistina Efûyê: Gefên Îsraîl dikarin wek sûcên şer bên hesibandin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku gefên artêşa Îsraîlê yên li dijî niştecihên bakurê Şerîda Xezeyê dibe ku wek sûcên şer bên hesibandin.