Li Qazaxistanê di teqîna kana madenê de 42 kes mirin
Li Qazaxistanê roja Şemiyê di encama teqîna kana madenê de ya şîrketa ArcelorMîttal, hejmara miriyan bû 42 û lêgerîna li 4 kesan jî hîn dewam dike.
Li Qazaxistanê roja Şemiyê di encama teqîna kana madenê de ya şîrketa ArcelorMîttal, hejmara miriyan bû 42 û lêgerîna li 4 kesan jî hîn dewam dike.
Li Qazaxistanê ji dema ku serxwebûna xwe ji Yekîtiya Sovyetê îlan kir heta niha cara yekemîne karesata herî kujer a kana madenê rû da.
Hat ragihandin ku li kana madenê ya koma ArcelorMittalê ya li Karagandaya navenda welat teqînek rû da û hejmara miriyan bû 42’yan. Di dema teqînê de zêdeyî 250 karker di bin erdê de dixebitîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Awarte, lêgerîna 4 karkerên madenê hê jî didome. Hat ragihandin ku şensê dîtina karkerên madenê bi saxî gelekî kêm bûye.
Lîsteya qezayên ku li tesîsên Arcelor Mittal qewimîn pir dirêj e. Hikumetê ragihand ku piştî teqînê biryar wergirtiye ku şaxê xwecihî yê şîrketa ArcelorMîttal bike malê cemaweriyê.
Li Qazaxistanê ji dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991 de heta niha, nêzîkî 200 karkerên madenê mirine ku piraniya wan li tesîsên ArcelorMittalê ye.
Karesata herî kujer a kana madenê beriya teqîna dawîn di sala 2006’an de li kana Kostenkoyê rû da û 41 karkerên madenê li kana Lenîn jiyana xwe ji dest dan.
Koma ku bi qasî panzdeh kargeh û kanzayan li navenda komara Sovyeta berê kar dimeşand, di sala 1995’an de li Qazaxistanê dest bi xebatên xwe kiribû.
Kêmasiya veberhênanê û standardên ewlehiyê yên qels gelek caran ji aliyê rayedaran ve hatin rexnekirin û sendîkayan jî bi berdewamî banga kontrola hikûmetê ya bi rêk û pêk dikin.