IOM: Li Kongoyê 7 milyon kes ji ber tundiyê koçber bûn

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê nêzî 7 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û destnîşan kir ku piraniya vê hejmara mezin hewcedarê alîkariyên mirovî yên lezgîn in.

Saziya Neteweyên Yekbûyî IOM a ku navenda wê li Cenvereyê ye ev tişt parve kir: “Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber pevçûn berdewam dikin û zêdebûna tundûtûjiyê, li dinyayê cihê ku herî zêde bi qeyarana mirovî û penaberiya navxweyî rû bi rû mayî ye.”

IOM’ê ragihand ku tundûtûjiya li Bakurê Kivuyê di mehên dawî de bûye sedema koçkirina bi sed hezaran kesan û hejmara mirovên ji cih û warên xwe bûne derketiye 6,9 mîlyonî.

IOM'ê diyar kir ku krîza mirovahiyê ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê hîn kûrtir bûye.

IOM’ê ragihand ku di dawiya meha cotmehê de nêzîkê 5.6 mîlyon mirovên ji cih û warên xwe bûne li bajarên Rojhilatê Kîvuya Bakur, Kîvuya Başûr, Îturî û Tanganyika dijîn û destnîşan kir ku tundî sedema sereke ya van cih û waran e.”

Hate tekezkirin ku her ku rewşa ewlehiyê bi taybet li Bakurê Kîvu û Îtûriyê xirabtir dibe, pêwîstiya koçberan û alîkariyên mirovî zêdetir dibe. Serokê Mîsyona IOM li Komara Demokratîk a Kongoyê Fabien Sambussy wiha got: “Gelê Kongo bi dehsalan di nav bahozeke krîzê de dijî.”

Sambussy hişyarî da û got: "Zêdebûna pevçûnê ya herî dawî di demeke kurt de ji berê zêdetir mirov koçber kirin. Pêwîstiya me bi lezgîn gihandina alîkariyê heye."