Zêdeyî 100 hezar Efgan Pakistan terikandin, vegera ji neçarî dewam dike

Bi hezaran koçberên Efgan ên li Pakistanê, ji ber gefa dersînorkirinê ya hikumeta Pakistanê dest bi terikandina vî welatî kirin.

Pakistanê hişyarî dabû 1.7 milyon koçberên Efgan ê li welatê wan ku heta 1'ê Mijdarê welêt biterikînin. Hate ragihandin ku di rewşeke berevajî de wê bi rengekî neqanûnî bêne girtin, di binê çavan de bêne hiştin û ber bi Efganistanê ve bêne dersînorkirin.

Hikumeta Talîbanê ya li Kabûlê ji bo vê polîtîkaya dersînorkirinê got 'tacîz' û şermezar kir.

Li gorî rayedaran, bi hezaran penaberên Efgan ji dersiyê sînor ê Torhamê derbas bûn û bi wesayit û qemyonan berê xwe didin sînor. Tê gotin, ev hejmar zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya ji deriyê sînor ê Torhamê hate kirin, bi liv û tevgera vê sibehê re zêdeyî 10 hezar penaber derbas bûn.

Hate ragihandin ku ji destpêka meha Cotmehê û vir ve zêdeyî 100 hezar koçberên Efgan li welatê xwe vegeriyan.