DYE'yê li Sûriyeyê li hedefên hêzên Îranê xist

Artêşa Emerîkayê bi şev bombe li nuqteyên hêzên Îranê yên li rojhilatê Sûriyeyê barand. Ji destpêka mehê ve li Iraq û Sûriyeyê li hemberî hêzên Emerîkayê 16 êrîş hatin kirin.

Reuters jî di nav de gelek saziyên çapemeniyê ragihandin ku artêşa DYE'yê şeva Pêncşemê li rojhilatê Sûriyeyê êrîş bir ser "Du nuqteyên Muxafizên Şoreşê yên Îranê û komên ser bi wê ve.

Hate ragihandin ku êrîşa hewayî bi 2 balafirên şer ên F-16 hatiye kirin. Bombardûmana ku ji aliyê Pentagonê ve hate ragihandin, piştî hişyariya Serokê DYE'yê Joe Biden a li lîderê olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney hate kirin. Biden diya rkir ku li hemberî êrîşên li ser hêzên Emerîkî ku ji bo belavkirina şerê Îsraîl û Hamasê metirsî ye, wê tavilê bersiva leşkerî bidin.

Berdevkê Qesra Spî John Kirby jî got, "Peyamek yekser hate dayin."

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin jî got, "Li hemberî êrişên ku milîsên bi piştgiriya Îranê ji 17'ê Cotmehê ve li Iraq û Sûriyeyê li dijî personelên DYE'yê têne kirin" weke bersivdayinê ji aliyê Serokê DYE'yê yekser hatiye wezîfedarkirin.