Şevekê bombe li zêdeyî 600 nuqteyan hatin barandin
Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 24'an de ye. Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetan de bombe li zêdeyî 600 'hedef'ên li Xezeyê barandiye.
Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 24'an de ye. Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetan de bombe li zêdeyî 600 'hedef'ên li Xezeyê barandiye.
Şerê ku bi êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê destpê kir, giran dibe. Di bombardûmana artêşa Îsraîlê de bi hezaran kes mirin. Îsraîl xwe ji bo perasyoneke berfireh a bejahî re amade dike û bombardûman jî zêde kir.
DI NAVA 24 SAETAN DE ZÊDEYÎ 600 'HEDEF' HATIN BOMBEKIRIN
Li gorî AFP'ê, artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de zêdeyî 600 'hedef' ên li Xezeyê bombe kir.
HATE ÎDÎAKIRIN KU BI DEHAN ŞERVANÊN HAMASÊ HATINE KUŞTIN
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya sibeha Duşemê de hate ragihandin ku di şerê li Şerîda Xezeyê de doh bi şev bi dehan şervan hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê balafireke şer bombe li avahiyekê barand ku zêdeyî '20 şervanên Hamasê' tê de bûn.
TANK LI PÊŞIYA BAJARÊ XEZEYÊ NE
Tankên Îsraîlê jî li pêşiya bajarê Xezeyê yê li bakurê Şerîda Xezeyê ne. Şahidan diyar kirin ku tankan rêyên bingehîn ên bajêr ji hev qut kirine.
DOZGERÊ DCN: ASTENGKIRINA ALÎKARIYAN SÛC E
Li aliyê din şandina alîkariyê kêm jî be dewam dike. Alîkariya ku ji bo sivîlên Fîlîstînî tê şandin li deriyê sînor ê Refahê yê navbera Misir û Xezeyê têne komkirin. Mufetîşê Sereke yê Neteweyên Yekbûyî Karîm Khan roja Yekşemê li Qahîreyê daxuyaniyek da û diyar kir ku astengkirina derbaskirina alîkariya mirovî ji bo Şerîda Xezeyê 'sûceke'.
Dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) Karîm Khan got, "Divê xurek û derman bigihêje sivîlên li Şerîda Xezeyê." Karîm Khan diyar kir ku wî dîtiye qemyonên alîkariya mirovî têne astengkirin.
ENIYA LUBNANÊ
Li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê jî şer giran dibe. Hîzbûllahê ragihand ku li başûrê Lubnanê şervanekî wan hatiye kuştin, lê dem û cihê mirina şervanê xwe eşkere nekir. Li gorî medya Lubnanê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 49 şervanên Hîzbûllahê hatine kuştin.
DYE: EM Ê LEŞKERAN NEŞÎNIN ÎSRAÎL AN JÎ XEZEYÊ
Alîkara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Kamala Harrîs ji televîzyona CBS re axivî û got, "Nêt û planeke me teqez nîne ku yekîneyên xwe bişînin Îsraîlê yan jî Xezeyê."