Bîlançoya şerê Îsraîl-Xezeyê giran dibe

Di roja 23’an a şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de, artêşa Îsraîlê bombebarana li ser Xezeyê didomîne. Nêzî 8 hezar kes mirin û zêdeyî 450 cihên din hatin bombebarankirin.

Şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de di roja 23’an de ye. Artêşa Îsraîlê bombebarana li ser herêmê bê navber didomîne. Tiştên ku di 24 saetên dawî de qewimî:

Bîlanço: Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê eşkere kir ku ji roja ku şer destpê kir û vir ve li Xezeyê zêdeyî 8 hezar kes hatin kuştin. Wezaretê şeva Şemiyê daxuyanî da AFP’ê û got: “Di êrîşa Îsraîlê de hejmara miriyan ji 8 hezarê derbas kir û nîviya van zarok in.”

450 hedef hatin bombebarankirin: Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê ragihand ku wan “zêdeyî 450 hedefên leşkerî” bombebaran kirin. Tê diyarkirin ku biryargeh, nuqteyên çavdêriyê û çekên antî-tank di nav van de hene.

Operasyona bejahî: Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji bejahî ve jî yekîne tevlî operasyonê bûne. Tank jî di operasyonê tên bikaranîn. Ji aliyê artêşa Îsraîlê ve, bajarê Xezeyê û derdora wê weke “qada şer” hate îlankirin. Hat diyarkirin ku şeva Şemiyê, leşkerek ê Îsraîlê bi giranî birîndar bû û yek jî sivik birîndar bû.

Wê dirêj û zehmet be: Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahû şeva Şemiyê daxuyanî da. Netenyahû hişyarî kir ku şer wê “dirêj û zehmet” be û got ku armanca wan tunekirina Hamasê ye. Serokwezîrê Îsraîlê got, “Em ê şer bikin û bi ser bikevin. Ez difikirim ku sedî 90’ê budçeya leşkerî ya Hamasê, ji Îranê tê. Îran piştgiriyê dide Hamasê, organîze dike û bi rê ve dibe.”

Dîlgirtî: Lîderê Hamasê yê li Xezeyê Yahya Sînûar ragihand ku ew amade ne “hemû dîlgirtiyan” bi “hemû girtiyên Fîlîstînî” yên ji aliyê Îsraîlê ve li Xezeyê tên girtin, biguherînin. Netanyahû diyar kir ku Îsraîl ji bo ku girtiyên di destê Hamasê de werin berdan, wê hemû derfetan bi kar bîne. Li gorî rayedarên Îsraîlê li Xezeyê 230 kes dîlgirtî ne. Heta niha tenê 4 jin hatine berdan.

Qutbûna înternetê: Di encama bombebaranên Îsraîlê de beşek mezin ê torên peywendiyan jî qut bûne. Lewma zehmet bûye ku mirov rewşa li herêmê bişopîne.

Bang: Roja Şemiyê Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Gûterres car din bang kir ku “agirbesta mirovî ya lezgîn” were ragihandin û “girtî bê şert û merc” werin berdan. Ji dîplomasiya Ewropayê Josep Borell jî ev bang kir: “Ji bo ku bi mirovan re peywendî were çêkirin, divê navber bê dayîna şer.”