Nîvê malên li Xezeyê hilweşiyan an jî xisar lê bû

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê 21 roj in dwam dike. Hêzên Îsraîlê careke din operasyoneke 'li ser armanceke diyarkirî' pêk anî. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber bombardûmana Îsraîlê ji sedî 45 xaniyên li Xezeyê xera bûne yan jî xisar li wan bûye.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) roja Pêncşemê ragihand ku li Xezeyê 'serdegirtineke diyarkirî' ya nû pêk anîne.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku şeva Çarşemê jî li bakurê herêmê bi 'tankan' êrîşeke bejahî pêk anîn.

Hate ragihandin ku serdegirtina roja Înê ji aliyê leşkerên IDF'ê ve bi piştgiriya 'balafirên şer û balafirên bêmirov' hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir, "Li taxa Şujayya (Herêmeke li rojhilatê bajarê Xezeyê ye) û li tevahiya Şerîda Xezeyê li hedefên terorîst ên rêxistina terorê ya Hamasê xistine."

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan li fuzeyên tanksavar, navendên kontrol û fermandariya leşkerî ya Hamasê xistine û got, "Piştî wezîfeyê, yekîneyê herêm terikand." Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li aliyê wan tiştek bi kesî nehatiye.

ZÊDEYÎ 7 HEZAR KES MIRIN

Şer 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya berfireh a li ser Îsraîlê destpê kir. Îsraîl ji 7'ê Cotmehê û vir ve bênavber bombeyan li Xezeyê dibarîne. Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku roja Pêncşemê da, zêdeyî 7 hezar kes hatin kuştin ku nêzî 3 hezar ji wan zarok bûn. Her wiha 20 hezar kes jî birîndar bûn.

JI SEDÎ 45 Ê XANIYAN XERA BÛN AN JÎ XISAR LI WAN BÛ

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ji sedî 45 ê xaniyên li Şerîda Xezeyê xisar dîtine yan jî xera bûne. Saziya Neteweyên Yekbûyî li gorî daneyên wezareta Hamasê ragihand ku zêdeyî 16 hezar xanî bi temamî hilweşiyane.

OCHA'yê ragihand ku 1,4 milyon mirov neçar mane koç bikin û zêdeyî 640 hezar kes li navendên wan bi cih bûne.

HAMASÊ JI BO BERDANA DÎLGIRTIYAN DAXWAZA AGIRBESTÊ KIR

Li aliyê din nîqaş û bazariyên li ser dîlgirtiyan dewam dikin. Nûnerekî Hamasê ji rojnameya Rûs Kommersantê re axivî û diyar kir ku heta agirbest nebe wê dîlgirtî neyên berdan.

Li gorî artêşa Îsraîlê ji 7'ê Cotmehê û vir ve nêzî 220 dîlgirtî di destê Hamasê de ne. Dayikek û keça wê ya 17 salî bi navbeynkariya Qatarê di 20'ê Cotmehê de hatin berdan. Du jinên 85 û 79 salî jî 24'ê Cotmehê hatin berdan.

Nûnerê Hamasê Ebû Hamîd diyar kir ku bi destpêkirina şer re Hamasê nêta xwe ya ji bo berdana 'girtiyên sivîl' ragihand, lê belê ji bo dîtina yên ji aliyê komên çekdar ên cuda yên Fîlîstînî ve bi zorê birine Xezeyê pêwîstî bi demê heye.

Nûnerê Hamasê diyar kir ku ji bo ev wezîfe bi cih bê anîn pêwîstî bi aramiyê heye û got, "Di bombardûmanên Îsraîlê de heta niha 50 girtî hatin kuştin."