Li 5 balafirgehên Fransayê îxbara bombeyê hat kirin

Li 5 balafirgehên Fransayê îxbara bombeyê hat kirin, 4 balafirgeh hatin valakirin.

Çavkaniyekî ku ji AFP’ê re axivî, ragihand ku li balafirgehên Bordeaûx, Basel-Mulhoûse, Tarbes, Pau û Bîarrîtz'ê îxbarên bombeyê hatine kirin. Ji xeynî Bîarrîtz'ê, 4 balafirgehên din hatin valakirin.

Platforma Fransa-Swîsreyê di daxuyaniya xwe ya medya dijîtal de piştrast kir ku li ser îxbara bombeyê termînal hatiye valakirin û tevgera balafiran ji bo demkî rawestandine.

Bordeaûx jî di nav de 3 balafirgehên din ên Fransayê roja seşemê jî hatibûn valekirin.

Wezîrê Gihandinê yê Fransayê Clemeny Beaûne di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de ragihand ku hefteya borî li balafirgehên Fransayê 70 îxbarên bombeyê yên ne rast hema hema her car ji heman navnîşana e-maîlê li Swîsreyê hatiye kirin.

Wezîr Clemeny Beaûne ragihand ku ji ber îxbarên bombeyê zêdetirî 60 lêpirsîn hatine destpêkirin.