Li gor dozgerê federal ê Belçîkayê dibe ku cardin êrîş bên kirin

Dozgerê federal ê Belçîkayê Frédéric Van Leeuw, hişyarî kir ku dibe cardin êrîş bên kirin û got: ‘’Em ketine merheleyeke din.’’

Dozgerê federal Frédéric Van Leeuw ku bi Radyoya LN’ê re axivî, hişyar kir, got ku dibe cardin êrîş bên kirin.

Frédéric Van Leeuw ku pirsa ‘Dibe ku êrîş li Belçîkayê cardin çê bibin?’ jê hat kirin, îşaret pê kir ku pirsgirêka Filistînê bi pêşiya rojevê ketiye û got: ‘’Em ketine merheleyeke din.’’

Li gor Van Leeuw, bandora rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn li ser cîhanê çê bûye.

Dozger bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Bi pirsgirêka Filistînê em ketine merheleyekê ku dibe cardin êrîş bên kirin.’’

Van Leeum îdia kir ku Îslamparêzî bi piranî ji ber hesta dîtina kêmê xwe û tecrîdê heye û ji lew ma zemîn ji teoriyên rastgir ên radîkal re çê dibe.

Li gor dozgerê federal, Belçîka asta gefa terorê bi demekê bike 3, wê bikare xwe biparêze û wiha got: ‘’Krîza li Rojhilata Navîn pir cidî ye.’’

Dozger dawiyê da zanîn ku 110 hezar koçber bêyî destûr li Belçîkayê ne û diyar kir ku piraniya 60 bersûcên êrîşên sala 2016’an, welatiyên Ewropayê bûne.