Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: 7 hezar û 326 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasa ku Şerîda Xezeyê kontrol dike ragihand ku hejmara kesên di bombebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derket 7 hezar û 326’an.
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasa ku Şerîda Xezeyê kontrol dike ragihand ku hejmara kesên di bombebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derket 7 hezar û 326’an.
Di şerê ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir de, ji aliyê Filistînê ve her ku diçe ziyanên mirovî zêde dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Înê ragihand ku ji destpêka şerê bi Îsraîlê re, li Şerîda Xezeyê 7 hezar û 326 kes hatine kuştin ku zêdeyî 3 hezar jî jê zarok in.
Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ew texmîn dikin ku hîna bi hezaran termên ku nasnameya wan nediyar di bin kavilan de li Xezayê hene.
TEL AVÎV HATE BOMBE KIRIN
Di roja 21’an a şer de li dijî Îsraîlê jî roket hatin avêtin. Li gorî medyaya Îsraîlê, li Tel Avîvê li avahiyek hat xistin û herî kêm 3 kes birîndar bûn.
Hamasê li gorî saeta herêmî derdora 14:00’an li ser Telegramê ragihand ku Tagayên El Qesam' bajarê Îsraîlê "wek bersivdayîna komkujiyên Siyonîst ên li ser sivîlan" bombebaran kir.
Li gorî rojnameya Haaretz, "Ji bilî Tel Avîvê, li bajarên derdorê Givatayim, Ramat Gan, Holon, Rishon Letzion, Bnei Barak û Mikve-Israel sîrenên hişyariyê hatin lêdan."