Bager li Meksîkayê rabû, 48 kesan jiyana xwe ji dest da
Hefteya çûyî, Bagera Otîsê li peravên Pasîfîkê yên Meksîkayê, bi taybetî li bajarokê Acapûlco xist, li gor bîlançoya nû herî kêm 48 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hefteya çûyî, Bagera Otîsê li peravên Pasîfîkê yên Meksîkayê, bi taybetî li bajarokê Acapûlco xist, li gor bîlançoya nû herî kêm 48 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gor bîlançoyê berê ku rayedaran ragihand, 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Lê Coyuca û Benîtezê ku cîranên Acapûlcoyê ne, hat ragihandin ku 5 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye. 6 kes jî winda ne.
Li gor nûçeyên çapemeniya Meksîkayê, Serokê Meksîkayê Andrés Manuel López Obrador roja Yekşemiyê hevdîtin bi berpirsên operasyonên li herêmê re kiriye.
Li gor daxuyaniyê ku waliyê eyaleta Guerrero li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da, got: ‘’Ji bo alîkariya mirovî bi awayekê bandorbar belav bibe, bipêşveçûn heye.’’ Alîkariya ku hikumet û saziyên civakî yên sivîl dişînin, bi vekirina balafirgeha nû û vekirina rêya ji erdê ve ji bo çûnehatê, roja Îniyê dest bi belavkirina alîkariyê hat kirin.
Ji ber karesatê bi sedan mal û bi dehan otelan zirar dît. 12 rêyên wesayîtan hêj jî girtî ne.