Şerê Îsraîl û Filistînê: Xeze di bin bomberdûmanê de ye

Îsraîl bi dijwarî Xezeyê bombebaran kir û banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî red kir.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî bi şev daxuyanî da û ragihand ku operasyona bejayî ya li dijî Xezeyê wê berfirehtir bibe. Di heman saetan de bomberdûmaneke dijwar li ser Xezeyê hat kirin. Hat diyarkirin ku êrîş ji yên berê girantir in û bi piranî bi bombeyên ku ji hewayê tên avêtin hatine kirin, Îsraîlê dîsa bang li kesên li Xezeyê kir ku ber bi başûrê bajêr ve bi pêş ve biçin.

TÊKILÎ QUT BÛ

Dema ku bomberdûman dewam dikir, Şîrketa Telekomunîkasyona Filistînê Paltel, da xuyakirin ku li Xezeyê xizmetên telekomunîkasyon, ragihandin û înternetê bi temamî hatine rawestandin.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî ragihand ku têkiliya wan bi hin hempîşeyên xwe yên Filistînî yên li qadê re qut bûye.

Nûçegihanên BBC jî ragihandin ku peyamên WhatsAppê ku wan ji çavkanî û nasên xwe yên li Xezeyê re şandine, nehatine wergirtin.

JI NY’Ê BANG, JI ÎSRAÎLÊ RED

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya biryara agirbesta însanî ya li Xezeyê pejirand.

120 welat piştgirî dan pêşnûmeya qanûnê, 14 welat jî li dijî wê derketin. 45 welat beşdarî dengdanê nebûn.

Îsraîl biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo "agirbesta însanî" ya li Xezeyê red kir û got ku ew ê parastina xwe bidomînin.

WINDAHÎ ZÊDE DIBIN, ALÎGIR DAXUYANÎ DIDIN

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li bakurê Xezeyê 150 hedefên di binê erdê da xistine û fermandarekî payebilind ê Hamasê jî hatiye kuştin. Fermandarê Îsraîlî da zanîn ku bi şev nêzî 100 balafirên şer Xezeyê bombebaran kirine.

Li aliyekê Hamasê got, "Em bang li welatên Ereb, Misilman û civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û rêze komkujiyan rawestînin", li aliyê din Baskê wê yê çekdar Tûgayên Îzeddîn El-Qasim jî ragihand ku li bakurê Xezeyê bi artêşa Îsraîlê re şer kirine.