Drone li bajarekê li ser sînor ê Misirê ket, 6 kes birîndar bûn
Hat ragihandin ku li Tebayê ku bajarekê Misirê yê sînorê xwe bi Îsraîlê re heye, dronek ket ketiye û 6 kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li Tebayê ku bajarekê Misirê yê sînorê xwe bi Îsraîlê re heye, dronek ket ketiye û 6 kes birîndar bûne.
Berdevkê Artêşa Misirê ku daxuyanî li ser Facebookê da, got: ‘’Droneke nenas roja Îniyê li nêzê avahiyekê bi nexweşxaneya Tebayê ve ket, 6 kes birîndar bûn.’’
ElQahera News ku kenaleke televizyonê ya nêzê istixbarata Misirê ye, di nûçeyeke xwe de ku berê weşand, îdia kir ku ‘’di çarçoveya rageşiyê de li Xezeyê’’ roket hatiye berdan lê kê berdaye, diyar nebûye.
Yên ketina droneê dît û bi AFP’ê re axivî, got ku tiştek li avahiyeke nexweşxaneyê ketiye.
Teba li peravê Behra Sor, li serê bakurêrojhilatê nîvgirava Sînayê ye. Deriyekê sînor ê berê xwe li Îsraîlê heye li vir. Bakurê rojava yê nîvgirava Sîna ya çolistan, Xeze ye, li rojhilat jî sînorê xwe bi Îsraîlê re heye.