NY: Cezakirina komî, dîlgirtin, tahliyeyên bi zorê sûcên şer in
Neteweyên Yekbûyî fikarên xwe yên sûcên şer ên di şerê Îsraîl û Hamasê de anîn ziman.
Neteweyên Yekbûyî fikarên xwe yên sûcên şer ên di şerê Îsraîl û Hamasê de anîn ziman.
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê (ÛNHCR) Ravîna Shamdasanî di brîfînga NY’ê ya asayî ya li Cenevreyê de got, “Em bi fikarin ku sûcên şer werin kirin.”
Li gorî rayedarên Îsraîlê di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de zêdeyî hezar û 400 sivîl mirin ku piraniya wan sivîl bûn û zêdeyî 220 kes jî dîl hatin girtin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê de jî zêdeyî 7 hezar kes mirin û nêzî 20 hezar kes jî birîndar bûn.
Shamdasanî got ku cezakirina komî sûcê şer e û diyar kir ku divê ev yek demildest bi dawî bibe.
Shamdasanî got, “Komên çekdar ên Fîlîstînî, hemû sivîlên ku girtine, divê demildest berdin. Dîlgirtin jî sûcekî şer e.”
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) sala 2021’an têkildarî sûcên ku hatin îdîakirin li ser xaka Fîlîstînê ji aliyê hêzên Îsraîlê, Hamasê û komên din ên çekdar Fîlîstînê ve hatine kirin, lêpirsîneke fermî dabû destpêkirin.
ÛCM ku sala 2002’an hat avakirin, yekane dadgeha navneteweyî ya serbixwe ye ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê lêpirsîn dike. Îsraîl ku ne endamê ÛCM’ê ye, red dike ku di lêpirsînê de hevkariyê bike û rayedartiya darizandinê ya ÛCM’ê qebûl bike.