Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, têkildarî bombardûmana Îsraîlê bîlançoyeke nû weşand.
Wezaretê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê û vir ve, di encama bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 7 hezar û 28 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin ku 2 hezar û 913 ji wan zarok, hezar û 709 jî jin bûn. Li gorî wezaretê 18 hezar û 484 kes jî birîndar bûn.
Îsraîl jî diyar dike ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşa Hamasê de piraniya wan sivîl zêdeyî hezar û 400 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya dawî ya artêşa Îsraîlê, di destê Hamasê de 224 dîlgirtî hene û ev hejmar dibe ku zêde bibe.
46 ŞERVANÊN HAMASÊ HATIN KUŞTIN
Li aliyê Lubnanê jî şer û bombardûman dewam dike. Hîzbûllahê ragihand ku vê sibehê 2 şervanên wan hatine kuştin. Li gorî medya Lubnanê ji 7'ê Cotmehê û vir ve tevî şervanên Hîzbûllahê 46 kes hatine kuştin.