Li Hindistanê di dema kongreya koma Xiristiyan de teqînek çêbû
Li herêma Kerala ya Hindistanê, di dema kongreya koma olî ya Xiristiyan 'Şahidên Yehova' de teqînek çêbû.
Li herêma Kerala ya Hindistanê, di dema kongreya koma olî ya Xiristiyan 'Şahidên Yehova' de teqînek çêbû.
Li gorî medya Hint, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku teqîn li Navenda Kongreyê ya Kalamassery a li Keralayê pêk hat.
Teqîn li kongreya Şahidên Yehova de pêk hat ku komeke olî ya Xiristiyan e ku di sedsala 19'an de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ava bû.
Li gorî agahiyên destpêkê bi dehan kes birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya hinek ji wan giran e. Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku 52 kes rakirine nexweşxaneyan û 18 kes li beşa lezgîn a nexweşxaneyan e. Çavkaniyên cuda diyar kirin ku kesek di encama teqînê de miriye. Li salona kongreyê zêdeyî 2 hezar kes hebûn.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku teqîn bi teqemeniyên bi destan hatiye çêkirin, pêk hatiye. Têkildarî mijarê lêpirsîn hate destpêkirin.
Piştî teqînê li bazarê, dêr, stasyonên metro, rawestgehên otobusan, stasyonên trenê û qadên din ên girseyî tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin.