CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûdanê darbe: Hikumeta demkî hate betalkirin, Rewşa Awarte hate ragihandin
Li Sûdanê, general Abdul Fettah El Burhan ragihand ku hikumeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte hatiye ragihandin. -
Ji nîvî zêdetir nifûsa Efganistanê nikare xwarinê bi dest bixe
Saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku ji nîvî zêdetir nifûsa Efganistanê di vê zivistanê de wê nikaribin xwarinê bi dest bixin. -
Di êrişên hewayî de zêdeyî 260 serhildêrên Hûsî hatin kuştin!
Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku li Yemenê di êrişên hewayî yên sê rojên dawî de zêdeyî 260 serhildêrên Hûsî hatine kuştin. -
Li Sûdanê darbe: Endamên hikumeta demkî hatin girtin
Li Sûdanê ev çend hefte ne, di navbera sivîl û leşkeran de alozî heye. Vê sibehê rêveberên hikumeta demkî ya ji aliyê kesên çekdar ‘ên nasnameya wan nehate tespîtkirin’ hatin destgîrkirin. -
Bêrîtan li Rûsyayê hate bibîranîn
Kurdên li herêma Krasnadorê ya Rûsyayê dijîn gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bûyî bi bîr anîn. -
Schmîdt: Gefa esil desteka Elmanya ya li Erdogan e
Sosyolog Olîver Schmîdt li dijî qedexeya li ser PKK'ê helwest nîşan da û got, tehdîa esil desteka Elmanya ya li Erdogan e. -
Neteweyên Yekbûyî têkildarî desteserkirin û firotina avê hişyarî da
Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Pedro Arrojo Agudo rexne kir ku av weke amûreke bazirganiyê tê bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek dikare bibe sedema taybetîkirina çavkaniyên avê û binpêkirina mafê ava paqij. -
Şewata li Rûsyayê: Hejmara qurbaniyan bû 15 kes
Li Rûsyayê ji ber şewata ku li febrîqeyeke teqemeniyan rû da, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Rûsyayê agir bi febrîqeyê ket: 7 kes mirin, 9 kes winda ne
Li herêma Riazanê ya li navenda Rûsyayê agir bi febrîqeyeke teqemeniyan ket. Di bûyerê de 7 kes mirin, 9 kes jî winda ne. -
Li Hindistan û Nepalê nêzî 200 kes mirin
Li Hindistan û Nepalê ji ber lehiyê û şemitîna erdê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 200 kesî. -
Talîbanê li rojnamevanan xist ên ku çalakiya jinan dişopand
Li paytexta Efganistan Kabûlê, rojnamevanên ku çalakiya jinan a şermezarkirinê dişopandin, bûn hedefa tundiya Talîbanê. -
Li Hindistan û Nepalê ji ber karesatên xwezayî 116 kes mirin
Li Hindistan û Nepalê ji ber şemitîna erdê û rabûna lehiyê herî kêm 116 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Koreya Bakur ji keştiya binê avê fuzeya balîstîk ceriband
Di navbera Koreya Bakur û ya Başûr de ku hîn şerê hev dikin, pêşbirka biçekbûnê mezin dibe. Koreya Bakur ragihand ku ji keştiyeke binê avê fuzeyeke balîstîk ceribandiye. -
Kesên ku li ber destavêtinê ranebûn gelo dikarin bêne sûcdarkirin?
Rayedarên DYE'yî gotin, kesên ku hefteya derbasbûyî li Philadelphiayê di trenê de alîkarî nedan jina ku destavêtin lê dihate kirin, dikarin bêne sûcdarkirin. -
Qeşayên heyî yên Efrîkayê wê zû bihelin
Li gorî raporeke nû, qeşayên heyî yên Afrîkayê ji ber guhertina avhewayê wê di nava bîst salên bê de bi temamî bihelin. -
Li Yemenê 10 hezar zarok bûne qûrbaniyên şer
Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Unîcef’ê ji roja yekem a şerê navxweyî ya li Yemenê destpê kir û vir ve 10 hezar zarok an hatine kuştin û birîndar bûne. -
Talîban a Pakistanê bandora xwe zêde dike
Li herêmên eşîrî yên li ser sînorê Pakistan û Efganistanê, hişyariyeke bi israr û bêdeng heye: Talîban vedigere. -
Colîn Powell ji ber şewba Covîd mir
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê yê berê Colîn Powell ji 84 saliya xwe de ji ber şewba vîrûsa Covîd-19 mir. -
Li peravên Tûnisê keştî binav bû: 4 koçber mirin, 19 jî winda ne
Li peraven Tûnisê keştiyek ku koçberên Tûnisî tê de bûn binav bû. Herî kêm 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 19 jî winda bûn. -
Li Haîtiyê 19 kes hatin revandin
Li Haîtiyê di dema karê li balafirgehekê de li nuqteyeke kontrolê 19 kes hatin revandin. -
Şehîdên Cotmehê li Rennesê hatin bîranîn
Di merasîma bîranînê de hate gotin “Bi saya şehîdên Cotmehê yên ku piraniya wan jin in, tevgera azadiya Kurd bû pêşengê gelên cîhanê.” -
Pedersen: Ji bo ku li Sûriyeyê makeqanûna nû were çêkirin, lihevkirin çêbû
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen diyar kir ku Komîteya Makeqanûnê ya Sûriyeyê ya ku nûnerên hikumet û mûxalefeta Sûriyeyê tê de cih digirin ji bo destpêkirina pêvajoya amadekirina makeqanûnê li hev kirine. -
Nerazîbûnên li hemberî encamên hilbijartinê didome
Şêniyên bajarên Necef û Kerbela yên Iraqê daketin kolanan û bi armanca nîşandayîna nerazîbûnê li hemberî encamên hilbijartina pêşwext ya parlementoya Iraqê ku 10’ê vê mehê pêk hat rêyên sereke li trafîkê girtin. -
Li Guatemalayê birçîbûn sedema mirinê ye
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku beşeke mezin a nifûsa Guatemalayê birçî ye û ji ber vê yekê jî zarok jiyana xwe ji dest didin. -
FT: Çînê li dorhêla cîhanê fuzeya hipersonik ceriband
Rojnameya Financial Timesê ragihand ku Çînê li dorhêla cîhanê bi fuzeyeke hipersonik kapasîteya fezayî ya nû ceriband.