Li Hindistan û Nepalê ji ber karesatên xwezayî 116 kes mirin

Li Hindistan û Nepalê ji ber şemitîna erdê û rabûna lehiyê herî kêm 116 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedaran, li Hindistanê herî kêm 85 kes ji ber şemitîna erdê û felaketên lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Uttarakhandê ya li bakurê welêt, rojên dawî 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî winda bûn.

Serokê hikumeta xwecihî ya herêma Kerala ya li başûrê Hindistanê Pinarayi Vijayan jî diyar kir ku 39 kes mirine.

Rayedarên Nepalê jî diyar kirin ku ji ber barana dijwar a sê rojên dawî ya mûsonê lehî rabû û erd şemitî.

Hate ragihandin ku li tevahiya welêt 31 kes ji ber karesatên xwezayî jiyana xwe ji dest dane, 43 kes jî winda ne.