Li Sûdanê darbe: Endamên hikumeta demkî hatin girtin
Li Sûdanê ev çend hefte ne, di navbera sivîl û leşkeran de alozî heye. Vê sibehê rêveberên hikumeta demkî ya ji aliyê kesên çekdar ‘ên nasnameya wan nehate tespîtkirin’ hatin destgîrkirin.
Li Sûdanê ev çend hefte ne, di navbera sivîl û leşkeran de alozî heye. Vê sibehê rêveberên hikumeta demkî ya ji aliyê kesên çekdar ‘ên nasnameya wan nehate tespîtkirin’ hatin destgîrkirin.
Wezareta Ragihandinê li ser facebookê belavokek weşan û diyar kir li pişt destgîrkirina rêveberên sivîl ‘hêzên leşkerî’ hene. Di belavokê de hate diyarkirin Konseya Serwer a ku pêvajoya demkî bi rê ve dibirin û gelek wezîr hatine girtin û kes nizane ev kes birine ku derê.
Li welat înternet jî hate qutkirin, li hemberî destgîrkirina gel li kolanan dest bi çalakiyên protestoyê dike.
Dîktator Omer El Beşîr di Nîsana 2019’an de ji ber serhildana gel, ji desthilatdariyê hatibû xistin. Ji wê demê û vir ve li welat pêvajoyeke aloz heye. Ji Tebaxa 2019’an ve jî sivîl û leşkerên ku pêvajoya demkî bi rê ve dibin, li ser hikum in.