Ji nîvî zêdetir nifûsa Efganistanê nikare xwarinê bi dest bixe

Saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku ji nîvî zêdetir nifûsa Efganistanê di vê zivistanê de wê nikaribin xwarinê bi dest bixin.

Dîrektorê Pêkanîna Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) û Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke hevpar dan û gotin “Heke vê zivistanê em alîkariya xwe zêdetir nekin, wê bi milyonan Efgan di navbera koçberî û mirina ji birçînan de bimînin.”

Li gorî saziyên NY 22,8 milyon kes wê vê zivistanê nikarin xwarinê bi dest bixînin.

Tê diyarkirin krîza xurek û xwarinê ya li Efganistanê ji ya Sûriye û Yemenê girantir e. 

Li gorî WFP’ê di Nîsana 2021’an de rêjeya Efganên ku wê nikaribin xwarinê bi dest bixin ji sedî 37 zêde bûne û di nav van kesan de 3,2 milyon zarokên temenê wan di biniya pênc salî de hene. 

Piştî ku Talîbanê di meha Tebaxê de desthilatdarî bi dest xist, aboriya welat hildiweşe. Aboriya Efganistanê xwe dispêre alîkariya navneteweyî. Dema ku Talîban bû desthilatdar ev alîkarî jî hate sekinandin.