Li Hindistan û Nepalê nêzî 200 kes mirin

Li Hindistan û Nepalê ji ber lehiyê û şemitîna erdê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 200 kesî.

Li Asya Başûr ku ji ber germahiya global, birîna daran, çêkirina bendavan û avahiyan, salên dawî karesatên xwezayî yên giran rû didin.

Li Nepalê li gorî bîlançoya fermî 88 kes, li Hindistanê jî 102 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Nepalê malbatek ji 6 kesî ku sê jê zarok bûn, ji ber mala wan di binê axê de ma, jiyana xwe ji dest da.

Li eyaleta Uttarakhandê ya li herêma Hîmalaya ya Hindistanê jî 5 jê ji heman malbatê bi giştî 55 kes mirin.

Ji ber karesatê têkiliya bi gelek bajaran re qut bû, xisar li rê û piran bû.

Li eyaleta Bengal a Rojava jî ji ber şemitîna erdê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kerala ya li başûrê Hidistanê ji hefteya derbasbûyî û vir ve 42 kes mirin.

Di sala 2018'an de li Keralayê lehiya herî giran a sed salên dawî rû dabû û nêzî 500 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.