Li Rûsyayê agir bi febrîqeyê ket: 7 kes mirin, 9 kes winda ne

Li herêma Riazanê ya li navenda Rûsyayê agir bi febrîqeyeke teqemeniyan ket. Di bûyerê de 7 kes mirin, 9 kes jî winda ne.

Wezareta Rewşa Lezgîn bi daxuyaniyekê ragihand ku şewat di dema 'pêvajoyeke teknolojîk' de rû daye û got, "Heft kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû û aqûbeta neh kesan hînê nayê zanîn."

Hate ragihandin ku şewat li febrîqeyeke hilberîna teqemeniyên endustriyel ên ji bo bikaranîna 'sivîl' rû da.

Li gorî agahiyan, ji bo kontrolkirina şewatê zêdeyî 170 tîmên rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin.

Wezaretê diyar kir ku gef li ser wargehên li derdorê nîne.