Koreya Bakur ji keştiya binê avê fuzeya balîstîk ceriband

Di navbera Koreya Bakur û ya Başûr de ku hîn şerê hev dikin, pêşbirka biçekbûnê mezin dibe. Koreya Bakur ragihand ku ji keştiyeke binê avê fuzeyeke balîstîk ceribandiye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur (KCNA) diyar kir ku ji keştiyeke binê avê fuzeya balîstîk a 'cûreyê nû' hatiye avêtin û bi rengekî 'serketî' hatiye ceribandin. KCNA'yê ragihand ku ev çek xwedî gelek teknîkên pêşketî yên kontrolê û karîgeriyê ye.

Li gorî agahiyan fuze ji keştiya binê avê ya bi navê "8.24 Jongung" hatiye avêtin. Ji heman keştiya binê avê beriya pênc salan fuzeyeke balîstîk a stratejîk ji deryayê ber bi bejahiyê ve hatibû ceribandin.

Rêveberiya Pyongyangê di salên 2016 û 2019'an de jî bi keştiyeke binê avê du fuze ceribandibû.

Artêşa Koreya Başûr jî roja Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji rojhilatê Koreya Başûr ji Sinpoyê ber bi Derya Japon ve fuze hatiye avêtin.

Fuze bi qasî 60 kîlometreyî bi hewa ket û 590 kîlometreyî çû.