Şewata li Rûsyayê: Hejmara qurbaniyan bû 15 kes

Li Rûsyayê ji ber şewata ku li febrîqeyeke teqemeniyan rû da, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Riazanê ku bi 200 kîlometreyî li başûrê paytext Moskowayê ye, li febrîqeyeke teqemeniyan şewat derket.

Li gorî bîlançoya nû ku ji aliyê rayedarên xwecihî ve hate parvekirin 15 kes mirin, kesek ji ber şewatê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Aqûbeta kesekî jî hîn nayê zanîn.

Hate ragihandin ku şewat li febrîqeyeke hilberîna teqemeniyên endustriyel ên ji bo bikaranîna 'sivîl' rû da.

Li gorî agahiyan, ji bo kontrolkirina şewatê zêdeyî 170 tîmên rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin.