Neteweyên Yekbûyî têkildarî desteserkirin û firotina avê hişyarî da

Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Pedro Arrojo Agudo rexne kir ku av weke amûreke bazirganiyê tê bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek dikare bibe sedema taybetîkirina çavkaniyên avê û binpêkirina mafê ava paqij.

Agudo di daxuyaniya xwe de ya têkildarî mafê ava paqij, mijarên taybetîkirina çavkaniyên avê û binesaziya avê rexne kir û destnîşan kir ku ev rewş li pêşiya kontrola dewletê ya li ser çavkaniyên avê asteng dike.

Agudo anî ziman ku bikaranîna avê weke amûreke bazirganiyê, her wiha firotina avê gefê li ekosîstema hesas a li ser bingeha avê dixwe û ragihand ku bi vî rengî wê krîza ava vexwarinê ya global girantir bibe.

Nêzîkatiyên ku avê ji xakê qut dike û bavê weke amûreke bazirganiyê dibîne demeke dirêj e  ji aliyê pisporan ve tê rexnekirin.

Agudo xwest ku av bi rengekî demokratîk were belavkirin û weke mafekî mirovan ê bingehîn bê pênasekirin.

Pêşniyarên Agudo yên di mijara avê de wiha ne:

Bi tevlîbûna herî bilind a raya giştî, qanûnên avê yên demokratîk û zelal bêne amadekirin.

Bikaranîna çavkaniyên avê bi plansaziyeke herdemî bê kirin.

Pêşî li çikandina çavkaniyên avê bê girtin ku ev yek dibe sedema ziwatiyê.

Bi hawizên avê yên cemaweriyê, çemên ku ava wan kêm dibe bên xwedîkirin.