Bêrîtan li Rûsyayê hate bibîranîn

Kurdên li herêma Krasnadorê ya Rûsyayê dijîn gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bûyî bi bîr anîn.

Bîranîna li navçeya Platnîrovkî ya herêma Krasnadorê hate lidarxistin. Kurdên li navçeyê ji bo gerîlaya PKK'ê Bêrîtan bi bîr bînin hatin cem hev, xeta 'noker-xayin' protesto kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Platnîrovkî Mih Elîyev û Berdevka Meclîsê Necîfe Axmedova ji bo salvegera çalakiya Bêrîtan bang li gelê Kurd kirin ku li dijî xeta noker-xayin dengê xwe rakin.

Du axaftinan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û hevkariya sûc a PDK'ê û bi bîr xistin ku dewleta Tirk li dijî gerilayan çeka kimyewî bi kar tîne.

Her wiha hate gotin gelê Kurd li ser xeta Bêrîtan bersivê dide xeta noker û ev xet li her devera Kurdistanê geş dibe.

Komîteya Ciwanên Kurd a navçeyê jî ji bo Bêrîtan bi bîr bînin civînek kirine. Di civînê de jiyan, têkoşîna Bêrîtan hate gotin û giringiya vê çalakiyê ya ji bo gelê Kurd hate vegotin.