Li Guatemalayê birçîbûn sedema mirinê ye

Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku beşeke mezin a nifûsa Guatemalayê birçî ye û ji ber vê yekê jî zarok jiyana xwe ji dest didin.

Tevî felaketên avhewayê û krîza tenduristiyê ya Covid-19 li Guatemalayê yek ji pirsgirêkên herî giran ên birçîbûnê heye.

Li vî welatê xizan ê Emerîka Navîn, parêzvanên mafên mirovan ên xwecihî têkildarî birçîbûnê hişyariyê didin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 16 ê nifûsa ji 17 milyon kesên li Guatemalayê birçî ne.

Hate ragihandin ku ji sedî 50 ê zarokên kêmî 5 salî nikarin têr xwarinê bixwin. Ev rêje li Latîn Emerîkayê rêjeya herî nebaş e. Ji meha Çileyê û vir ve 39 zarokên kêmî 5 salî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.