Talîbanê li rojnamevanan xist ên ku çalakiya jinan dişopand

Li paytexta Efganistan Kabûlê, rojnamevanên ku çalakiya jinan a şermezarkirinê dişopandin, bûn hedefa tundiya Talîbanê.

Zêdeyî 20 jin li navenda bajêr saetekê çalakî kirin û mafê perwerde û karkirinê xwestin. Jinên çalakger nehatin destgîrkirin, lê belê rojnamevanên ku çalakî dişopandin bûn hedefa tundiyê Talîbanê.

Jin ên çalakger dirûşmên "Em dixwazin bixebitin" qîriyan û xwestin ku zarokên keç jinûve karibin biçin dibistanan.

Di dema çalakiyê de Talîbanê bi çekê, pihînan û kulman li rojnamevanan dan û gef li wan xwarin.

Çalakiya jinan a 30'ê Îlonê di nava çend deqeyan de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Talîbanê ve hatibû belavkirin.