Schmîdt: Gefa esil desteka Elmanya ya li Erdogan e

Sosyolog Olîver Schmîdt li dijî qedexeya li ser PKK'ê helwest nîşan da û got, tehdîa esil desteka Elmanya ya li Erdogan e.

Olîver Schmîdt li ser teoriya çînayatî û Marksîst dixebite. Li Zanîngeha Potsdamê di vê çaçrovayê de bi sernava, ''Anarşîzm, Teorî û Pratîk: Mînaka Rojava'' wê kursan bide.

Schmîdt got bi çarçoweya dersan ew ê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derheqê konfederalîzma demokratîk de jî di dersan de bidin û diyar kir ders wê 25'ê Cotmehê dest pê bikin.

Têkilî bê ka wê helwest çawa bin Schmîdt got, ''Em ê bibînin bê ka wê çi bibe. Ev li ser xwendekaran dimîne: Aliyê baş ew e ku li Elmanya em azad in ku tişta ku em dixwazin hîn bikin, bidin. Helbet em dikarin van metnên rexneyî nîqaş bikin. Em nabêjin em Ocalan digirin lê em dikarin wî nîqaş bikin. Ramaneke baş e. Ji ber ku ew fikra Murray Bookchîn bi cih tîne. Dikarim vê bibêjim. Bi xwendkaran re wê zêde problem çênebin. Ji ber ku di serê semîneran de em ê zêdetir destpêkeka teorîk bikin. Bi azadiyê, rêveberiyê û têkiliya teoriya anarşîst a bi dewletê re. Û dema ku em derbasî metnên van 'sepandêran' bûn, em ê vê çawa bidin, li ser vê kelecanî me. Biya min wê xweş biçe.''

Schmîdt diyar kir li Elmanya kesên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin têne krîmînalîzekirin û got, ''Ji ber ku Elmanya destûrê nade PKK'ê. Weke rêxistineke terorîst krîmînalîze dike. Lê evder zanîngeh e! Em welatekî azad in û em dikarin wan fikran bixwînin.''

Schmîdt her wiha got peywira zanîngehê ye ku metnên Rêberê Gelê Kurd bigihînin ber xwendkaran.

Schmîdt diyar kir tehdît ne PKK ye, desteka Elmanya ya li polîtîkayên dewleta Trk e û got, ''Bi min tehdîa esil ew e ku Elmanya polîtîkayên Erdogan, kirinên hikûmeta Tirk ên li Sûriyê û Bakurê Iraqê krîmînalîze nake. Ev her wiha çekên me ne, em çekan difiroşin.''