Talîban a Pakistanê bandora xwe zêde dike

Li herêmên eşîrî yên li ser sînorê Pakistan û Efganistanê, hişyariyeke bi israr û bêdeng heye: Talîban vedigere.

Tevgera Talîbanê ya Pakistanê ku salên derbasbûyî li dijî hikumeta Îslamabadê kampanyayeke tund meşand, piştî ku li Efganistanê Talîban bû desthilatdar, hîn bêhtir xurt bû.

Mîna ku hewl didin ku kontrola herêmên eşîrî ji nû ve bi dest bixin ku beriya heft salan di operasyoneke mezin a artêşa Pakistanê de ji dest da bûn. Talîban a Pakistanê ji niha ve bandora xwe zêde dike.

Muteahîtên xwecihî ku di her peymanê de li ber berdêla zêde ya Talîbanê radibin, têne kuştin. Mînak di destpêka meha Îlonê de muteahîtê bi navê Noor Îslam Dawar li cihekî nêzî sînorê Efgan qenalek biçûk ava kir. Ne zêdeyî 5 hezar dolarî bû. Tevî vê yekê jî Talîban lê geriya û hezar û 100 dolar par jê xwest. Li gorî aktîvîstên xwecihî û xizmên mueahît, Dawar diyar kir ku tiştekî ew bide nîne û xwest ku bi xweşbînî nêzî wî bibin. Piştî hefteyekê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin. Malbata wî berpirsyariyê dixe stuyê Talîbanê.

Talîban a Pakistanê ku bi navê Tehrîk e Talîban an jî TTP jî tê naskirin, bi Talîban a Efganistanê re xwedî heman îdeolojiya tund jî be û hevalbendê hev jî be, rêxistineke cuda ye. TTP di destpêka sala 2000'î de ava bû û soz da ku hikumeta Pakistanê têk bibe û gelek herêmên kabîleyan kontrol bike. Bi vê armancê dest bi kampanya êrişan û bombeyî kir. Hêzên dewletê karîbûn ku vê rêxistinê bitepisîne.

Lê belê TTP, beriya ku Talîban a Efganistanê di 15'ê Tebaxê de Kabûlê dewr werbigire, xwe li gelek herêmên bi ewle yên li Efganistanê bi rêxistin dikir.

TTP'ê mehên dawî êrişên xwe zêde kir. Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Ewlekarî û Şer a Pakistanê ku navenda wê li Îslamabadê ye, ji meha Çileyê û vir ve di êrişên terorê de 144 personelên leşkerî jî di nav de zêdeyî 300 Pakistanî hatin kuştin.

Dîrektorê rêveber ê Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Pakistanê ku navenda wê li Îslamabadê ye Amîr Rana diayr kir ku bûyerên li Efganistanê enerjî da gelek partiyên olî yên radîkal ên li Pakistanê û hişyarî da ku rîsk heye civaka Pakistanê veguhere civakek mîna Efganistanê ya di bin rêveberiya Talîbanê de ye.

Piştî ku Kabûl kete bin kontrola Talîbanê bi 2 hezar û 170 Pakistaniyan re anketeke hate çêkirin û beriya hefteyekê hate weşandin. Li gorî vê anketê ji sedî 55 ê Pakistaniyan diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin 'Hikumeta Îslamî' ya ku Talîban li Efganistanê ava dike.