Komîteya Makeqanûnê ya Sûriyeyê ya ku 45 nûnerên hikumet û mûxalefeta Sûriyeyê tê de cih digirin, îro li ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî civiyan.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen derbarê hevdîtinan daxuyaniyek da û diyar kir ku wê hevdîtin bi qasî hefteyekê bidomin û ji bo reforma makeqanûna nû xebat hatiye destpêkirin.
Hadî Al Bahra yê ku ew jî di komîteyê de cih digire bi organîzekirina komeleya rojnamevanan a Neteweyên Yekbûyî a civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.
Al Bahra diyar kir ji bo pêşnûmaya makeqanûnê wan li hev kirine û ev geşedaneke erênî ye.
Al Bahra bal kişand ser vî tiştî ku wê hevdîtin sibê (Duşem) jî bidome û hêviyan ev e ku makeqanûna ku her kes dikare tê de cih bigire, amade bike.
Al Bahra diyar kir ji ber şerê li Sûriyeyê 5 milyon kesan koç kirine û 200 hezar kes jî winda ne. Al Bahra got “Pêvajoya makeqanûna nû wê li ser şopa pêvajoya edalet û hevrûbûnê bidome.”