FT: Çînê li dorhêla cîhanê fuzeya hipersonik ceriband

Rojnameya Financial Timesê ragihand ku Çînê li dorhêla cîhanê bi fuzeyeke hipersonik kapasîteya fezayî ya nû ceriband.

Financial Times (FT) bi agahiyên ji gelek çavkaniyan wergirtî ragihand ku Pekinê meha Tebaxê fuzeyeke bi kapasîteya nukleerê li dorhêla cîhanê ceriband. Hate ragihandin ku fuze piştî ku tûrek li dora cîhanê avêt, daketiye û bi 32 kîlometreyî hedefa xwe şaş kiriye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku ceribandina meha Tebaxê veşartî hatiye hiştin û ev pêşketina Çînê ya di çekên hipersonik de ji bo îstîxbarata Amerîkayê bûye surprîz.

Berdevkê Pentagonê John Kirby anî ziman ku wê têkildarî nûçeyê şîroveyê neke û diyar kir ku wan fikarên xwe yên di vê der barê de bi rengekî eşkere anîne ser ziman.

Tevî Pekinê, DYE, Rusya û herî kêm pênc welat li ser teknolojiya hipersonik dixebitin. Fuzeyên hipersonik mîna fuzeyên balistik ên kevneşop dikarin çeka nukleerî lê bê bicihkirin û bi pênc qatî ji deng bêhtir bi lez dikare biçe.