Kesên ku li ber destavêtinê ranebûn gelo dikarin bêne sûcdarkirin?

Rayedarên DYE'yî gotin, kesên ku hefteya derbasbûyî li Philadelphiayê di trenê de alîkarî nedan jina ku destavêtin lê dihate kirin, dikarin bêne sûcdarkirin.

Li DYE'yê hefteya derbasbûyî li treneke nêzî Philadelphiayê mêrekî bi navê Fiston Ngoy zêdeyî 40 deqeyî dest avêt jinekê û rêwiyên di trenê de tiştek nekirin. Ne dest li destavêtinê werdan, ne jî agahî dan polîsan an jî servîsên lezgîn. Halbûkî li gorî dîmenan, bi têra xwe mirov di trenê de hebûn ku karîbûn pêşî li destavêtinê bigirin.

Fiston Ngoy ê 35 salî ku bi êrişa zayendî tê sûcdarkirin, ji ber ku nekarî kefaleta ji 180 hezar dolarî bide şandin girtîgehê. Lê belê xemsariya şahidan matmayî hişt.

Nayê zanîn ku di dema rûdana bûyerê de li vagonê çend rêwî hebûn.

Mufetîşên lêpirsînê her wiha lêkolînê dikin ku di dema êrişê de hin şahidan dîmenê êrişê kişandine yan na.

Şefê Departmana Polîsan a Darby a Jorîn Timothy Bernhardt fikarên xwe yên di vê mijarê de anî ziman û diyar kir ku eger bûyer qeyd kiribin û alîkarî nedabin, wê şahid jî bêne sûcdarkirin.

Polîs diyar nekir ku şahid wê bi çi rengî bêne sûcdarkirin û anî ziman ku zehmet e yên ku êriş dîtine lê belê alîkarî nekirine bêne sûcdarkirin.