Li Yemenê 10 hezar zarok bûne qûrbaniyên şer

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Unîcef’ê ji roja yekem a şerê navxweyî ya li Yemenê destpê kir û vir ve 10 hezar zarok an hatine kuştin û birîndar bûne.

Berdevkê Unîcef James Elder a li Cenevreyê daxuyaniyek da got: “Di şerê ji Adara 2015’an û vir ve li Yemenê destpêkirî û vir ve 10 hezar zarok mirine yan jî birîndar bûne. Ev rewş gihiştiye asteke welê ku êdî qonaxa ku mirov jê şerm jî bike derbas bûye.”

Elder diyar kir ku dema mirov li gorî vê bîlançoyê binêre, wisa dixuyê ku di rojê de 4 zarok tên kuştin û got: “Mixabin tenê ev dane yên Neteweyên Yekbûyî piştras kirine, aqûbeta gelek zarokên ku ji malbatên xwe cuda miribin yan jî birîndar bûbûn, nayê zanîn.”

Elder destnîşan kir ku ji bo Unîcef xizmeta alîkariyê bidomîne divê ‘heta navîna sala bê’ pêwîstî bi 235 milyon dolar heye.

Elder anî ziman ku eger şer dom bike, wê nikaribin alîkariya pêwîst bigihînin zarokan û got: “Li Yemenê her ji 5 zarokan pêwîstiya 4’an bi alîkariya mirovî heye, ev jî tê wateya ku pêwîstiya 11 milyon zarokan bi alîkariyê heye."

Sala 2014'an piştî ku paytext Sana kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikumetê yên ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, li aliyê din jî Hûsî yên bi piştgiriya Îranê hene.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî Yemen weke welatê ku krîza herî giran a mirovî lê ye ragihandibû.