Li Haîtiyê 19 kes hatin revandin

Li Haîtiyê di dema karê li balafirgehekê de li nuqteyeke kontrolê 19 kes hatin revandin.

Tevî 16 mîsyonerên Emerîkî û yekî Kanadayî 2 welatiyên Haîtiyê jî roja Şemiyê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Hate ragihandin ku bûyera revandinê li cihê navbera "Carrefour Boen" û "La Tremblay 17" qewimiye.

Li gorî Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê, ji 17 mîsyonerên di nava komê de 16 Emerîkî, 1 Kanadayî bûn û li gel wan 2 welatiyên Haîtiyê hebûn.

Du rahîbên Fransî jî serê sibehê li heman cihî di êrişeke din de hatin revandin.

Hikumeta Haîtiyê fikaran ji çeteya bi navê 400 Mawozo dike ku bûyera revandinê kiribe.

Nayê zanîn ku yên hatine revandin bi ku ve birine. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Di nava komê de pênc mêr, heft jin û pênc zarok hene.

Li Haîtiyê revandina mirovan di sala 2021'ê de gelekî zêde bû û ji Tîrmehê û vir ve bi qasî asta ji sedî 300 zêde bû.