Hêzên dagirker gundên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera, Serêkaniyê û Girê Spî bi dijwarî topbaran dike.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Meranaz, Şewarxe, Malikiye û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike.

Hemwext artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Erdîa û Xirbet Beqer ên girêdayî Girê Spî bi obusan topbaran dikin.

Li aliyê din artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Rebîhat û Til Werd ên bajarokê Zirganê yê girêdayî Serêkaniyê, bi tank û obusan topbaran dikin.

Li herêmê topbran didome..