Dagirkeran li gundên Şerayê darên zeytûnan dibirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Şera ya Efrînê darên zeytûnan dibirin.

Kiryar û pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gelê Efrînê bê navber dewam dike. Li gorî çavakaniyên ji bajar hatin girtin, ji ber operasyonên hêzên rejîma Sûriye bi sedan malvatên çeteyan ên li Idlbê hatine Efrînê û ketine malên welatiyên Efrîniyan.

Çavakaniyê ragihand ku dagirker gel didin zorê ku malên xwe vala bikin û li şûna kesên ji malên wan derxistîn jî malbatên çeteyan bi cih dikin. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker ji roja bajar dagirkirî heta niha alên li ser avahiyên civakî hildabûn daxistine. Tenê alên wan li ser baregehên leşkerî yên li herêmên dagirkirî mane, li ser vê yekê jî ti agahiyek nehate dayîn.

Li aliyê din qetilkirina xwezayê jî didome. Endamên koma çete ya bi navê Cebhet El Şamiye li gundê Mereskê ya Şerayê bi sedan darên zeytûnan ên gel birîn.