Dewleta Tirk li Til Rifatê zarokeke 11 salî qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Til Rifat dan ber topan û di encamê de zarokeke 11 salî hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li gorî saeta herêmî saet 16:00’an artêşa Tirk û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê dan ber obusan.

Di êrîşê de zarokeke Ereb ku navê wî nehate zanîn hatiye qetilkirin û hate ragihandin ku zarok 11 salî ye.

Di êrîşan de hate ragihandin ku sivîlek birîndar bûye.

Artêşa Tirk 2’yê Kanûna 2019’an Til Rifat dabûn ber topan û di encamê de 8 jê zarok 10 sivîl hatibûn qetilkirin.

Dewleta Tirk hema bêje her roj jîngehên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. 9’ê Kanûnê êrîşî SerêKaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Ji serê wan êrîşan heta niha ve bi sedan sivîl hatine qetilkirin.