Rojavayiyên koçber bûne vegeriyan malên xwe

Rojavayiyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mabûn ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, vegeriyan malên xwe.

Ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di destpêka êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên koçberî Başûrê Kurdistanê bûbûn, 50 kes li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de vegeriyan warê xwe.

Rêveberê Têkiliyan ê Deriyê Sêmalka Baz Ehmed got: "Rêveberiya derî rojên Duşem û Sêşemê ji bo derbasbûna şêniyên derketibûn Başûr diyar kir. Duh 50 welatî ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan malên xwe.

Ehmed anî ziman ku heta niha nêzî 5 hezar kes vegeriyan Rojava.