Çeteyên dewleta Tirk êrîşî bakurê Helebê dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî taxên bakur rojavayê Helebê kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxisti, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ-El Nûsra) bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteyên rejîmê yên li herêma Zehra ku dikeve bakur rojavayê Helebê.

Hate ragihandin ku di encama teqandina wesayîtan de leşkerên rejîmê mirine û birîndar bûne.

Li aliyê din dewleta Tirk a dagikrer li bajaroKê Serakîb yê Îdlibê leşkeran sewqî nûqeteyên ku duh li ser  rêya M4 û M5 avakiribû, dike. 

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk li gundê Keferamîm a dikeve rojhilatê bajarokê Serakîb tank û wesayîtên zirxî bicih dike.