Rêxistinên civaka sivîl ji bo Kampa Waşûkanî daxuyanî dan
Rêxistinên civaka sivîl ji bo Kampa Waşûkanî li Kampa Serdemê daxuyanî dan
Rêxistinên civaka sivîl ji bo Kampa Waşûkanî li Kampa Serdemê daxuyanî dan
Bi tevlîbûna hemû saziyan li Kampa Serdem daxuyaniyek derbarê Kampa Waşûkanî û dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di derbarê vî şerê ne exlaqî de yêl li dijî gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê Başûr û Rojhilata Sûriyeyê de, dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe û temamkirina nexşeya Osmaniyan, bi rêya rêxistinên terorîst Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hate dagirkirin. Di vê dagirkeriyê de qirkirin hatin kirin û demografî hate guherandin. Li pêşberî çavê cîhanê gelê me koçber bû.
Ji bo gelê me yê ji Serêkaniyê koçber bûne, em saziyên civaka sivîl diyar dikin ku em amade ne piştgiriyê bidin gelê xwe yê li Kampa Waşûkanî.
Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila alîkariyê bidin gelê me yê li kampan.
Em bang li dewletên mezin dikin ji bo ku dewleta Tirk ji ser axa Sûriyeyê vekişe divê têkevin nav hewldanan.”