Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Soxanekê û Aqîbe yên Şêrawa û gundê Um El-Xêr yê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Soxanekê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn bi obusan topbaran dike.

TIL TEMIR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di gundê Lêylan ê girêdayî naveçya Til Temirê di van kêliyan de gundê Um El-Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran û gulebaran dike. Di gundê sivîl dijîn û ji dagirkeran re dibin hedef.

Li navçeya Eyns Îsayê balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker digerin.