Êrîşa li Til Temirê hate têkbirin
Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Um El Kêf a Til Temirê ji aliyê şervanan ve hate têkbirin.
Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Um El Kêf a Til Temirê ji aliyê şervanan ve hate têkbirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li gundê Um El Kêfê dan û êrîş têk birin.
Şerê di navbera hêzên berxwedêr û dagirkeran de dewam dike.