Li Kampa Berxwedan a li Herêma Şehbayê bi beşdarbûna xelkên Efrîn û nûnerên desteyên herêma Efrînê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê têkildarî 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyaniyek da çepemeniyê.
Rêveberiya xweser 6’emîn salvegara damezrandina Rêveberiya Xweser Herêma Efrînê li malbatên şehîdan û gelê berxwedêr yê Efrîn û Şehbayê pîroz kir.
Daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo û Bekîr Elo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Aloziya Sûriyê piştî derbasbûna 3 salan di ser wê re, diyar bû ku tenê nakokî û şer ji bo desthilatê ne û dûrî berjewendiyên civakê yên ku xwe dispêrin guhartina demokratîk in. Her wiha rejîma Sûriyê bi israr e ku li ser metoda xwe ya ewlehî ya redkirina tevahî pêkhate, bimîne û li aliyekî din jî opozîsyonê bi awayekî yekser xwe radestî ajandeyên derve kir ku dûrî rihê şoreşê ye û êdî dîmena şer bû dijberiyeke giştî.
‘CARA YEKEMÎN LI SÛRIYEYÊ MAFÊ PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ LI EFRÎNÊ DESTPÊ KIR’
Ji lew re, pêkhateyên Rojava û tê de jî Efrîn bi Ereb û Kurdên xwe şer û nakokiya desthilatiyê nas kir û xeta sêyemîn a ku nûnertiya neteweya demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinan dike bijartin û bi vîna xwe ya azad, Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 29.01.2019’an de ragihand. Bi wê re jî berovajî aliyên binakok, saziyên xwe yên ximzetguzariyê parast û gelek saziyên civakî weke; komîn, meclîs û rêveberiyên dîtir ku rihê merheleyê diparêze, parastina pêkhate û destkeftiyan dike, debara xwe pêk tîne, parastina hawîrdor û xwezayê dike û her wiha fêrkirina bi zimanê dayikê ji her pêkhateyekê re ku cara yekemîn e li Sûriyê dabîn dike, ava kirin.
LI EFRÎNÎ TALAN Û DIZÎ HATE KIRIN, 300 HEZAR KES KOÇBER BÛN
Lê belê dewleta Tirk a ku azara fobiya Kurd dikişîne, ji aloziyên xwe yên hundirîn û aborî û hewldana derbayê direve û her wiha tawîzên şikandina çeteyên girêdayî wê di encama lihevkirin û hilweşandina paytexta DAIŞ’ê dide, yekser dest werda û tevî bi hezaran çeteyan bi awayekî hovane ku tê de tevahî çekên pêşketî û qedexekirî bi kar anî, êrişî Efrînê kir, di encamê de sivîl qetil kirin, dar qut kirin û şewitandin, dîrok talan kir û dizî û zêdetirî 300 hezar şêniyên wê neçarî koçberiyê kir û li herêmên Şehbayê piştî koçberiyê bi cih bûn.
Li gorî wê, Rêveberiya Xweser erka xwe ya exlqaî û siyasî li herêmên koçberiyê pêk anîn, civak bi rêxistin kir, pêdiviyên sereke ji av, xwarin, perwerde û tenduristî dabîn kirin. Her wiha tevî rewşên awarte û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan, şerê taybet û dorpêça ku hikumeta Sûriyê ya ji bo derbaskirina pêdiviyên sereke ji xwarin û dermanan ferz kiriye jî, şênî û rêveberî li ber xwe didin û têdikoşin.
‘GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATE BELGEKIRIN’
Bêdengiya navdewletî û rêxistinan der barê dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê û ji bilî wê ji erdnîgariya Sûriyê û hedefgirtina Rêveberiya Xweser û projeya wê ya siyasî, her wiha êrişên dawîn ên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û bikaranîna çekên qedexekirî ku laboratuarên Swîsreyê sepandiye, cihê şermezarkirina tund e û bang dikin ku helwesteke cidî der heqê dewleta Tirk a dagiker de ku terorîstên tevahî cîhanê xwedî dike û li tevahî cîhanê belav dike, bigirin.
‘TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN WÊ HETA RIZGARKIRINA EFRÎN Û XAKÊN ŞEHBAYÊ BIDOME’
Em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrînê ragihandina salvegerê, li malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr yê Efrîn û Şehbayê pîroz dikin û soza berdewama têkoşîn û berxwedana heta rizgarkirina Efrîn û xakên Şehbayê yên dagirkirî, didin."