ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişloyê artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser wesayitekê
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Himo yê Qamişloyê, li pêşiya mala birîndaran êriş birin ser wesayitekê. Hate ragihandin ku liv û tevgera balafirên keşfê li herêmê dewam dike. -
Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanek kuşt, yek jî birîndar kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê ciwanek qetil kir, yek jî bi êşkenceyê birîndar kir. -
'Xelkê Til Temirê bi ruhê hevgirtinê êrişan pûç dike'
Hevserokê Meclîsa Til Temirê Ciwan Eyûb anî ziman ku 30 gundên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, 27 gund jî ji ber êrişan hatine valakirin û got, "Xelkê Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide." -
Berdevkê QSD’ê Hena: Em ê li hemberî êrişan bêdeng nemînin
Berdevkê QSD’ê Aram Hena diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirker bêdeng nemînin. -
Dagirkeran li Şiyê 4 sivîl revandin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Şiyê ya kantona Efrînê 4 sivîl revandin. -
Koçberên ji Efrînê xwestin bila terora dewleta Tirk were sekinandin
Bi wesîleya Roja Bîranîna Qurbaniyên Terorê ya Cîhanê koçberên ji Efrînê ji raya giştî ya dinyayê xwestin ku bila terora dewleta Tirk bidin sekinandin. -
Gelên Minbîcê êrişên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin
Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li Minbîcê dike, li çalakiyeke girseyî hate protestokirin. -
HRE: 8 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wî de 5 ji wan leşker bi giştî 8 dagirker hatine kuştin. -
Dewleta Tirk piştî Til Temir û Girê Spî Bab jî bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve gelek deverên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bombe dike. -
Dewleta Tirk Til Temir û Girê Spî topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gundê girêdayî Til Temir û yên Girê Spî êriş pêkanî. -
Emîne Osê: Tohmet li ser hêzên navnetewî jî heye
Berdevka Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir dewleta Tirk bi êrîş, girtina deriyan, qutkirina avê û guherîna demografîk sûcê mirovahiyê dike û got tohmet li ser hêzên navnetewî jî heye. -
Şehîd Ferhad Bokemal li Şehîdgeha Dêrazorê hat oxirkirin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Nadir Selame (Ferhad Bokemal) li bajaorkê Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê bi merasîmekê hat oxirkirin. -
QSD: Şehîdkirina fermande û şervanên me wê bê bersiv nemîne
Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarê êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê pêkanî daxuyaniyek da û got, “Şehîdkirina fermande û şervanên me wê bê bersiv nemîne.” -
YPJ: Fermandar Sosin mejî û dîroka Şoreşa Rojava bû
Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku Fermandar Sosin Bîrhat ji bo parastina gelê xwe bi fedakariyeke mezin kar kir û soza xwe ya ji bo misogerkirina şoreşê nû kir. -
Nasnameya 4 şehîdên Til Temirê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûn. -
PYD'ê li dijî êrişên dewleta Tirk ji bo QSD'ê banga piştevaniyê kir
PYD'ê bang li her kesî kir ku ji bo pûçkirina konsepta şerê taybet a dewleta Tirk, piştgiriyê bidin QSD'ê. -
TEV-DEM: Gelê Kurd û pêkhateyên wê divê têkoşînê geş bikin
TEV-DEM'ê bal kişande ser êrîşên qirker ên Tirk û banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd û hemû pêkhateyên wê kir. -
Di êrişa dewleta Tirk de 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn
Di êrişa dewleta Tirk a doh êvarê de ya li ser Navenda Têkiliyên bi Gel re ya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, 4 şervan şehîd bûn. -
QSD: Li Reqayê 34 çete hatine girtin
QSD’ê li rojhilatê Reqayê operasyonek ewlekariyê da destpêkirin û diyar kir ku wan 34 çete girtine. -
Dagirkeran Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bomberdûman kirin
Wesayîta hewayî ya çekdar û bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li Navenda Têkiliyên Gel a Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê da. -
Li Reqa û Şedadê dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin
Li Reqa û Şedadê gel daket qadan û êrişên dewleta Tirk protesto kirin. -
Gelên Kobanê û Hesekê êriş şermezar kirin
Li Kobanê û Hesekê bi hezaran kesan êrişên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li nêzî Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin
15 kîlometreyan dûrî Qamişlo êrişî wesayîtekê hate kirin. -
Bombe li gundên Girê Spî têne barandin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Girê Spî dibarîne. -
Li Efrînê 2 jin û zarokek hatin revandin -NÛ BÛ
Çeteyên Sûltan Mûrat ên dewleta Tirk li gundê Qortqolaqê yê navçeya Şera ya Efrînê jinek û keça wê revandin. Li navçeya Mabatayê jî jinek ji aliyê çeteyan ve hate revandin.