QSD: Şehîdkirina fermande û şervanên me wê bê bersiv nemîne

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarê êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê pêkanî daxuyaniyek da û got, “Şehîdkirina fermande û şervanên me wê bê bersiv nemîne.”

Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD'ê wiha ye;

"Roja 19'ê Tebaxa 2021'an, piştî nîvro saet 14:00'an de dewleta dagirker a Tirk bi rêya balafirên keşfê seyara fermandarê me yê YPGê rêheval Rênas Roj hedef kir û bû sebeba şehadeta hevalê Rênas. Her weha di heman rojî de êvarê saet 18:00'an de êrişeke hawayî bire ser navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û di encama vê êrişa hovane de Endama Konseya YPJ'ê û QSD'ê rêheval Sosin Bîrhat, rêheval Egîd Girkê Legê, rêheval Rûbar Hesekê û rêheval Seyfullah Ehmed gihiştin şehadetê û 3 şervanên me jî birîndar bûn.

Wekî ku raya giştî jî dizane, piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo Serêkaniyê û Til Ebiyadê, bi misogerkirina DYA û Rûsya pêvajoyekî agirbestê ketibû rojevê, lê belê tu caran dewleta Tirk bi vê agirbestê ve girêdayî nema û bi her şêwazî êrişên xwe li ser gelê me berdewam kir. Di rojên bihûrî de li Kobanê car din êrişek bi balafirên keşfê li ser seyareyên medenî çêkiribû. Her wiha ji xeta Şehba heta Eyn Îsa û heta Zirganê, ev zêdeyî heftiyekî ye êrişên xwe yên bi hemû çekên giran ên bê navber gihand astekî ji her demî dijwartir û di encama van êrişan de li Zirganê jineke sivîl şehîd ketibû û 16 sivîl jî birîndar bûbûn.

Bêguman ev êrîş didin xuyakirin ku dewleta dagirker a Tirk biryarekî nû daye û êrişên dagirkeriyê li dijî gelên herêmê giştî û bi taybet ji bo herêmên Rojhilatê Firatê ketiye qonaxekî nû. Ev êrişên hovane yên vê heftiya dawî, bi taybet yê ku doh çêbûyî, nîşaneya vê yekê ne. Em wekî QSD didine xûyakirin ku ji roja destpêkê heta niha çawa ku me gelên xwe û hemû herêmê ji terora DAIŞ'ê parast û paqij kir û me çawa berxwedaniyên dîrokî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk meşandin, ji vir û şûn de jî bi rûh û îradeyekî ji pola em ê li hemberî van êrişên dagirkeriyê bê deng nemînin û ev êrişa hovane ya dewleta Tirk û şehadeta van fermandar û şervanên me yên hêja, wê bê bersiv nemîne.

Ji hêla din ve bêdengî û helwesta ne zelal yên dewletên garantorên agirbestê ên wekî Rûsya û Amerîka cesaretê dide dewleta Tirk da ku êrişên xwe yên li ser însanên me yên sivîl û li ser herêmên me dijwartir bike. Em berpirsiyartiyên van hêzana tînin bîra wan û em wan dawetî zelaliyekî di helwesta wan de dikin.

Hevalê Rênas Roj Endamê Konseya YPG'ê û yek ji fermandarên me yên QSD'ê bû û hevalekî ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Temenê xwe hemû di têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas kiriye. Li hemû beşên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi awayekî xûrt tevlî bûye û herî dawî dema ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê çêbûn, ew jî wekî bi sedan ciwanên Kurd û enternasyonalîst hate Rojava û aktîf tevlî şer û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bû û di hamleyên rizgarkirinê yên ji Minbiçê heta Reqa û Dêrezorê de her tim di cepheyên pêş de cih girt. Her wiha di pêvajoya berxwedanên Serdemê û Rûmetê de jî tevlîbûnekî xwe yê çalak hebû û xwedî helwestekî bi cesaret û fedaîyane bû.

Her wiha hevala Sosin Efrîn jî Endama Konseya YPJ'ê û QSD'ê bû û salên dûdirêj di têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas kirin. Wê jî li gelek herêmên Kurdistanê têkoşîna azadiyê meşand. Bi taybet di destpêkirina pêvajoya Şoreşa Rojava de asta tekoşîna xwe hîn bilindtir kir û bi taybet jî li herêmên wekî Efrîn û Haleb de pêşengtiya berxwedaniyê kir. Nexasim di pêvajoya berxwedana dîrokî a Şêxmeqsûdê de wekî fermandar û pêşengekî rolekî xwe yê mezin di serkeftina vê berxwedaniyê hebû.

Hevalê Egîd Girkê Legê jî şervanek û fermandarekî pispor bû û di hemû pêvajoyên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de, di asta pêşengtî de rol leyîst. Her wiha her du hevalên me yên bi navê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed de jî, çi di têkoşîna li hemberî terora DAIŞ'ê de be û çi jî li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên xwe de be, bi rûhekî welatparêzî yê xûrt, her di eniyên pêş de cihê xwe girtin.

Em dibêjin ku girêdana me ya bi bîranîna van şehîdên hêja ve, wê hesabxwestina ji dagirkerî û tolhildana wan be û em ê bihêlin ku dijmin li ser dagirkeriya xwe û li ser dijminatiya xwe ya li hember gelên me poşman bibe. Soza me ya ji bo van fermandarên me yên hêja û ji bo hemû şehîdên me ev e.

Li ser vî esasî em ji bo hemû gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê û ji bo malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin."