Dewleta Tirk Til Temir û Girê Spî topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gundê girêdayî Til Temir û yên Girê Spî êriş pêkanî.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker nêzî saet 07:30’an gundê Um EL Kêf a Tiltemirê bombe kir.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de leşkerekî girêdayî rejîma Şamê yê bi navê Osman Îbrahîm birîndar bûye.

Gundên Dirdar û Um El Kêf ên Til Temirê  û gundê Til Şenan a ku Asûrî lê dijîn hatiye topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Kor Hesen ya dikeve rojavayê Girê Spî jî topbaran kir. Êriş li gorî saeta herêmê di saet 08:30’an de dewam dikir.