Berdevkê QSD’ê Hena: Em ê li hemberî êrişan bêdeng nemînin

Berdevkê QSD’ê Aram Hena diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirker bêdeng nemînin.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena bal kişand ser êrişan û got: "Her ku asta êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê li dijî herêmên me zêde bûn, vîn û îsrara me ya li ser berxwedanê bi saya şehîdan xurttir dibe."

Hena wiha gotina xwe berdewam kir: "Armanc ji sûc û êrişên li dijî tevahî herêmên me ji Şehbayê bigire heta bi Zirgan û Til Temirê di çarçoveya derbekirina vîna gelê me, rûxandina Rêveberiya Xweser û rawestandina hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ye."

Hena got, QSD’ê bi rêya meclisên xwe yên leşkerî li hember dayîna berdêlan bi armanca pêkanîna xwestekên gelê yên jiyana bi azad û rûmet van êrişan qebûl nake û wê li ber xwe bide.

Aram Hena bang li gel kir ku ji propagandayên derew ên ku aliyên dijber li ser dezgehên çapemeniyê belav dikin bi dûr kevin û got, “Armanca van îdiayan alozî ye.”

Têkildarî piştgiriya berxwedana Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re ya bersivdana êrişan Hena wiha li gotina xwe zêde kir: "Her du meclis di çarçoveya parastina rewa de û li gorî peyman û hevpeymanên navneteweyî bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didin."

Her wiha Aram Hena destnîşan kir ku QSD’ê li hember xeterî û êrişên li dijî gel û welat amadekariyên xwe kirine.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena sersaxiya malbatên şehîdan li Til Temirê yên di encama derbeya asîmanî de şehîd bûbûn da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em sersaxiya gelê û fermandariya giştî ya YPG û YPJ’ê dixwazin. Her wiha em ê li ser rêça şehîdan bimeşin û dê tevahî herêmên dagirkirî ji Efrînê bigire heta bi Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin."